Hat ragihandin ku di qezaya trênê ya ku li Yewnanîstanê qewimî de gelek mirî û birîndar hene.
Hat ragihandin ku di qezaya trênê ya ku li Yewnanîstanê qewimî de gelek mirî û birîndar hene.
Li gor nûçeya Televîzyona Dewletê ya Yewnanîstanê ERT'ê li bakurê bajarê Larîsa li herêma Tempîyê, trena rêwîyan û trêneke bar lê barkirî li hev qelibîn.
Hat dîyarkirin ku di qezaya ku hin vagonên trêna rêwîyan ji rê derketin û vagonên pêşîyê şewitîn de 32 kes mirin, 25 jê giran 85 kes jî birîndar bûn.
Şefê wezîfedarê îstasyonê hat binçavkirin û nûnerên operatora rêhesinê jî îfade dan polêsan. Di trêna rêwîyan de 346 rêwî hebûn. Li cihê qezayê xebatên lêgerîn û xilaskirinê berdewam dikin.