Weqfa Mafên Mirovan a Tirkîyeyê û Komeleya Mafên Mirovan berîya danişîna Seroka Yekitîya Tabîbên Tirk Şebnem Korur Fincanci ya ku bi îdîaya "Propagandaya rêxistinê kirîye" hatîye girtin, daxuyanîyeke hevpar dan.

Di daxuyanîyê de hat gotin, "Fîncancî, tevî ku divîyabû ji alîyê hêzên gel ve bihata parastin, li dijî her cure buxtan, rûreşî, lêpirsîn û darizandinên keyfî rastî tacîza edlî hat. Şebnem Korûr Fîncanci tu car bi tenê nemaye û ne bi tenê ye. Îro roja xwedî derketina li mafên mirovan û demokrasîyê ye"