Serokê Dewleta Filistînê Mahmûd Abbas derbarê êrîşa Îsraîlê ya li Gazeyê da got ku "Divê Îsraîl bê cezakirin.
Serokê Dewleta Filistînê Mahmûd Abbas derbarê êrîşa Îsraîlê ya li Gazeyê da got ku "Divê Îsraîl bê cezakirin.
" Abbas gotina Îsraîlê ya ku dibêje êrîş aîdî Filistînîyan e derewand û wiha got: "Êrîşa li Nexweşxaneya Baptist a li Gazeyê ji alîyê Îsraîlê ve hat kirin. Ev sûcekî ku nayê efûkirin e.
Hikûmeta dagirker hemû xetên sor derbas kirîye.
Ji ber vê sedemê em ê rê nedin wan ji ceza û lêpirsînê birevin.
” Abbas dîyar kir ku piştê bûyerê bi Misir û Urdunê re hevdîtin pêk anî û her wiha ragihand ku ew lûtkeya çaralî ya li Ammanê ya ku dihat plankirin û Serokê Amerîkayê Joe Biden jî beşdar bibe, betal kir.
Abbas ji Konseya Ewlekarîyê ya Neteweyên Yekbûyî xwest ku berpirsiyarîya xwe bi cîh bîne û her wiha ji konseyê daxwaz kir ku bila komkujîyê şermezar bike û şer rawestîne.