Ji bo Heca 2024an protokol hate îmzekirin û wê 83 hezar 430 kontenjan hebe.
Serokê Karên Dîyanetê Alî Erbaş bi Wezîrê Hec û Umreyê yê Erebistana Siûdî Tevfîk er-Rabîa re protokola hecê ya 2024an îmze kir.
Li gor daxuyanîya nivîskî ya ku ji hêla Dîyanetê ve hat dayîn, Erbaş bi heyeta pê re ji bo ku derbarê heca ya sala 2024an de têkîlîyan çêbike çûye Cîddeyê. Erbaş û Rabîa piştê nirxandin û muzakereyan protokola hecê ya 2024an îmze kirin.
Alî Erbaş di parvekirina xwe ya li ser hesabê xwe yê medyaya civakî da destnîşan kir ku di sala 2024an da kotaya hecê wek 83 hezar û 430 e.