Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, piştî rapora Dîwana Sayiştayê ket rojeva Meclîsê.
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, piştî rapora Dîwana Sayiştayê ket rojeva Meclîsê. Di rapora kontrolê ya şaredarî û rêveberiyên girêdayî şaredariyan a sala 2021'an de, li Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê gelek bêusûlî hatine dîtin. Di raporê de ji milkên şaredariyê yên ku nikare bê hacîz kirin heta îhaleyan cîh daye gelek tesbîtan. Parlamentera HDP'ê ya Amedê Dersîm Dag, ji bo lêkolînkirina bêusûlîyên di şaredarîyê de hem pirsyarname û hem jî li gorî xalên Destûra Bingehîn û Rêziknameya Meclîsê daxwaza avakirina Komîsyona Lêkolînê ya Meclîsê kir.