HÛSÎYAN LI BEHRA SOR BI BBM Û MÛŞEKAN ÊRÎŞEK MEZIN PÊK ANÎ
Hûsîyên ku navenda wê li Yemenê ne, li Behra Sor bi Balafirên Bê Mirov (BBM) û mûşekan êrîşek mezin pêk anîn.
Keştîyên şer ên Amrîka û Îngilîstanê yên li Behra Sor ragihandin ku di çarçoveya êrîşa li ser rêya bazirganîya deryayî de 21 balafirên bêmirov û mûşek îmha kirine.
Hat ragihandin ku di êrîşê de tu kes jîyana xwe ji dest nedaye. Li gor nûçeya Euronewsê Wezîrê Parastinê yê Îngilîstanê Grant Shapps dîyar kir ku pêla êrîşan a îro êrîşa herî mezin e ku heta niha ji alîyê Hûsiyan ve li herêmê hatîye kirin.