Pisporê Nexweşîyên Sîngê yê Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîl a Amedê Dr. Serdar Polat got ku, "Em salane tenê 300 hezar welatî ji ber bandora xisar a cixareyê jîyana xwe ji dest didin."

Dr. Serdar Polat, dîyar kir ku KOAH nexweşîyeke gelekî berbelav e.
Dr. Polat, anî ziman ku nexweşîya KOAH'ê di her kesê de xûya nake û axaftina xwe wiha domand: "Gelek faktorên wî wekî meyla genetîkî, asta civakî-aborî, rûbirûbûna cixare û dûmanê hene. Lê sedema yekem cixare ye. Em di salekê de tenê 300 hezar hemwelatî ji ber bandora xisar a cixareyê winda dikin.
KOAH sedema sereke ya vê ye. Ji ber ku KOAH nexweşîyek bi êş û berdewam e. Nexweşên me yên KOAH baş nabin. Ew her gav diçin û tên. Nexweşa ji cixarê dûrxistin pir zehmet e, ji ber ku gelê me li bazaran, dikanan û li her derê bi hêsanî dikarin xwe bigihînin titûn û berhemên titûnê.” Dr. Polat dîyar kir ku hema bêje dermanê KOAHê tine û tenê dikarin pêşveçûna wê rawestînin.