Ofîsa Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) rapora xwe ya di derbarê rewşa sivîlan, di şerê li Sûrîyê de eşkere kir.
Ofîsa Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) rapora xwe ya di derbarê rewşa sivîlan, di şerê li Sûrîyê de eşkere kir.
Li gor vê raporê, nav, dem û cihê mirina 143 hezar û 350 sivîlan hatîye belgekirin. Li gor texmînan, herî kêm 163 hezar û 537 sivîl ku agahîyên berfireh di derbarê wan de nînin jî hatine kuştin. Di raporê de hejmara giştî ya mirinên sivîl, herî kêm 306 hezar û 887 e. Komîsera Bilind a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî Mîchelle Bachelet, di derbarê mijarê de daxuyanîyek da û dîyarkir ku ev mirin ne tenê hejmarên îstatîstîkî ne û her yek ji mirina mirovan bandorek mezin li ser malbat û civakên ku tê de ne kiriye û wê bike.