Serokê HUDA PARê ye bajarê Amedê Faruk Dînç, dîyar kir ku ji ber avahîyên ku divê bi lez bên hilweşandin, rêya ku hatîye girtin esnafên kolanê mexdûr dike.
Serokê HUDA PARê ye bajarê Amedê Faruk Dînç, dîyar kir ku ji ber avahîyên ku divê bi lez bên hilweşandin, rêya ku hatîye girtin esnafên kolanê mexdûr dike.
Farûk Dînç ê serokê teşkîlata Amed ya HUDA PARê û endamên partîyê li ser kolanê Emek a Baglarê serdana esnafan kir.
Ji ber koç kirina niştecîyan ji navçeya Baglarê û bi sedema avahîyên hilweşyayî û yên divê bi lezgînî bên hilweşandin rêyên ku hatine girtin, kar û barên esnafan rawestyaye.
Esnafên kolanê Emekê dîyar dikin ku ji ber erdhêjê şênîyên navçeya Baglarê ji navçeyê koç kirin e. Her wiha ji ber avahîyên divê bên gelek rê hatine girtin. Ev rewş bandoreke zêde li karê me dike û em mexdûr dibin.
Dînç piştî serdana esnafan daxuyanî da û dîyar kir ku li Amedê berîya avahîyên divê bên hilweşandin, pêwîste pêşî dest bi avahîyên esnafan mexdûr dike bê kirin û pakêtên piştgirîyê ji bo esnafan bê dayîn