Hat ragihandin ku li Amedê di qezaya zincîrê ya 6 wesayîtan de gelek birîndar hene.
Hat ragihandin ku li Amedê di qezaya zincîrê ya 6 wesayîtan de gelek birîndar hene.
Qeza li ser rêya Amed-Rihayê li xaçereya Nexweşxaneya Welidîna Jinan pêk hat. Li gor agahîyên ku hatine bidestxistin 6 wesayît tevlê qezaya bûn. Di encama qezayê de 3 jê giran 5 kes birîndar bûne. Birîndar ji alîyê ekîbên tenduristîyê ve ji bo dermankirinê rakirin nexweşxaneyê. Derbarê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin.