Li herêma Odessa ya Ûkraynayê di encama êrîşa mûşekên artêşa Rûsyayê de 2 kes birîndar bûn, 100 ton bezelye û 20 ton ceh jî di encama şewatê de bêkêr bûn.
Li herêma Odessa ya Ûkraynayê di encama êrîşa mûşekên artêşa Rûsyayê de 2 kes birîndar bûn, 100 ton bezelye û 20 ton ceh jî di encama şewatê de bêkêr bûn.
Serokê Rêveberîya Herêma Odessa Oleg Kiper dîyar kir ku êrîş bi 2 fuzeyên ji keştîyên şer ên Rûsyayê hatine avêtin, pêk hatîye. Kiper di parvekirina xwe ya medyaya civakî de wiha got: “Rûs danê sibehê ji keştîya moşekan a li Behra Reş fuzeyên bi tîpa 'Kalibr' avêtin.
Mixabin, embara zad û genim yên yek ji pargîdanîyên çandinîyê yên li herêma Odessa derb kirin. Dijmin 100 ton bezelye û 20 ton ceh îmha kir. Di encama teqînê de 2 kes birîndar bûn."