Şaxa Odeya Endezyarên Zîraetê (ZMO) û Odeya Zîraetê ya Yenîşehîrê derbarê mijarê de li avahîya Odeya Zîraetê ya Yenîşehîrê daxuyanî da.
Şaxa Odeya Endezyarên Zîraetê (ZMO) û Odeya Zîraetê ya Yenîşehîrê derbarê mijarê de li avahîya Odeya Zîraetê ya Yenîşehîrê daxuyanî da.
Serokê Odeya Zîraetê yê Yenîşehîrê Suleyman Îskenderoglû, di civînê de axivî wiha got,
"Me bi rayedarên TMO’yê re hevdîtin kir. Ji me re gotin ku kapasîteyek hatîye hesabkirin, nikarin derkevin ser vê kapasîteyê lewma nakirin. Lê wezaretê di dema çinînê de digot ku ew berhemên cotkaran hêj di nava zevîyan de ye dikirin.
Mixabin cotkar niha ji bo firotina berhemên xwe randevûyê digirin ku didin 40 roj piştre. An jî ji otomasyonê randevû nayê dayîn. Lewma cotkar bêmuxatab hatîye hiştin. Divê ji vê rewşê re bi lezgînî çareserîyekê bibînin.”