Pêşnûmeya bi navê 'Qanûna Sansûrê' di Lîjneya Giştî ya Meclisê de hat qebûlkirin û bû qanûn
Li gor qanûnê, her kesê ku bi awayekî eşkere li ser ewlekarîya navxweyî û derve, nîzama giştî ya welat, bi mebesta çêkirina nîgeranî, tirs û panîkê di nav gel de, bi awayekî ku ji bo têkbirina aramîya giştî, agahîyên derew belav bike, wê ji salekê heta 3 salan cezayê zîndanê lê were birrîn. Li gor qanûnê ger were fêmkirin ku xwedîyê qerta çapemenîyê ne li gorê wan qanunên ku hatine dîyarkirin an jî di pey re van qaîdeyan wenda kirîye, ji hêla Midûrîyeta Ragihandinê ve wê qerta wan a çapemenîyê were betalkirin. Daxuyanîyên fermî û reklamên ku li ser malperên nûçeyan ên înternetê bên weşandin, wê li ser malperên înternetê yên sazîyê bên ragihandin.