LI DÊRSIMÊ NANPÊJ JI BO BALÊ BIKŞÎNIN SER BIHAYÊN NANÊ FIROTINA NAN RAWESTANDIN
Nanpêjên Dêrsimê, ji bo bertek nîşanê bihabûna li pey hev bidin, biryara rawestandina firotina nan dan.
Nanpêjên Dêrsimê, ji bo bertek nîşanê bihabûna li pey hev bidin, biryara rawestandina firotina nan dan. Li Dêrsimê nanpêj bertek nîşanê zêdekirina bihaya ard û rûn dan û dîyarkirin ku ji bo 3 rojan biryar dane ku nan nefiroşin bazirganan. Nanpêj ragihandin ku ji bo balê bikşînin ser bihayan, biryareke bi vî rengî girtine û ji gel jî piştgirîyê hêvî dikin.