POLÊSAN ŞANDEYA PARÊZERÊ DOZA SOMA Û MALÊN GEL ASTENG KIRIN
Parêzerê Doza Soma û Sekreterê Hiqûqê ya Malên Gel Sercan Aran ji bo ku li Amasra Bartinê lêkolînê bike ji Anqereyê bi rê ketibû, ji alîyê polêsan ve hate asteng kirin.
Parêzerê Doza Soma û Sekreterê Hiqûqê ya Malên Gel Sercan Aran ji bo ku li Amasra Bartinê lêkolînê bike ji Anqereyê bi rê ketibû, ji alîyê polêsan ve hate asteng kirin. Aran derbarê mijarê de wiha got, “Em li navçeya Sûsûzê ya li ser rêya Stenbolê ya Anqereyê hatin rawestandin. Berîya her tiştê hate gotin ku wê lêpirsîna GBT’ê bê kirin. Pişt re ji min re gotin ku sîstem tune ye. Em bi qasê saetek û panzdeh deqîqeyan li benda GBTyê man. Piştre polîsên şaxa emnîyetê hatin û pirsîn ka em ê biçin Bartin an na. Me got em ê biçin Bartin û em ê lêkolîn bikin. Gotin ku Walîtîya Bartin destûrê nade vê yekê. Wan pêşnîyar kir ku em vegerin. Gotin ger hûn vegerin em ê nasnameyên we bidin we. Niha em bi awayekî keyfî li cîhekî ku em nikarin pêdivîyên xwe yên mirovî jî pêk bînin tên ragirtin.”