PIŞTÎ MEHEKÊ DI BIHAYÊ MOTORÎNÊ 1,54 LÎRE DE ERZANÎ ÇÊBÛ
Piştî daketina bihayên berhemên navneteweyî, di lîtreya mazotê de lîreyek û 54 quruş erzanî çêbû.
Piştî daketina bihayên berhemên navneteweyî, di lîtreya mazotê de lîreyek û 54 quruş erzanî çêbû. Piştî mehekê bi vê erzanî û daxistinê re lîtreya mazotê daket 24 lîre û 84 quruşan. Di bihayê lîtreya benzînê de ku bi 22 lîre û 68 quruşan tê firotin de tu guhertin çênebû. Di destpêka sala 2022an de lîtreya benzînê 12 lîre û 91 quruş bû, ya mazotê jî di asta 12 lîre û 76 quruşan de bû. Ji serê salê heta niha bihayê mazotê ji sedî 95 zem lê hat kirin û zêde bû. Li gorî bihayên pompa neftê yên guncav; Li Amedê lîtreya mazotê bi 25 lîre û 46 quruşan tê firotin.