PIŞTÊ BETLANEYA 9 ROJAN 19 MÎLYON XWENDEKARAN DEST BI DERSÊ KIRIN
Yekemîn betlaneya navîn a ku di 14ê Mijdarê de li dibistanan dest pê kiribû îro bi dawî bû
Yekemîn betlaneya navîn a ku di 14ê Mijdarê de li dibistanan dest pê kiribû îro bi dawî bû. Nêzî 19 mîlyon xwendekar piştî navbereke 9 rojan îro dest bi dersa xwe kirin. Di bêhnvedanê de îmtîhana nivîskî ya Pêngava Karê Perwerdeyê jî hat kirin. Serketiyên îmtîhanê dê pispor an jî sermamoste bin. Encam wê di 12'ê Kanûnê de bên eşkerekirin.