Ji 15 Mamosteyên Zazakî yên ku li Amedê û 4 bajarên din hatine wezîfedarkirin, 10 ji bo Navendên Perwerdeya Gel hatin tayînkirin.
Ji 15 Mamosteyên Zazakî yên ku li Amedê û 4 bajarên din hatine wezîfedarkirin, 10 ji bo Navendên Perwerdeya Gel hatin tayînkirin.
Ji 45 hezar mamosteyên ku ji teref Wezareta Perwerdehîya Neteweyî ve rojek berê hatibûn wezîfedarkirin 15 kadro ji bo Beşa Perwerdeya Zazakî hatin tayînkirin.
Ji 15 mamosteyan 5 mamoste li Çewlikê, 4 li Amedê, 3 li Dêrsimê, 1 li Rihayê û 2 jî li Şirnexê hatin wezîfedarkirin. Hat dîyarkirin ku 10 mamosteyên ku hatin tayînkirin, ji ber pirsgirêka kadroyên normê yên li dibistanan, şandin Navenda Perwerdeya Gel.