Amedspor wê bi alîgir û hezkirîyên xwe re bikaribin biçe maçên derve.
Amedspor wê bi alîgir û hezkirîyên xwe re bikaribin biçe maçên derve.
Li Amedspora ku di Koma Spî ya Lîga 2yemîn a TFFyê da beşdarbûna Play-Offê garantî kir, geşedaneke nû çêbû. Qedexeya beşdarîya alîgirên Amedsporê yên di lîstikên bajarên din de piştê 7 salan hatîye rakirin.
Klûba Amedsporê bi daxuyanîyeke nivîskî ragihand ku qedexeya li ser alîgirê wan hatîye rakirin û got, “Em ê 20’ê Gulanê roja Şemîyê demjimêr di 15:00an de li stadyûma bajêr bi Menemen F.K. re werin pêşberê hev û ji bo maçê qedexeya beşdarbûna alîgiran tuneye.
Bilêtên tîma mêvan wê roja maçê li ber derîyê stadyûmê bên firotin. Bihayê bilêtê wek 40 TL hatîye dîyarkirin.”