Li navçeya Farqînê li ser rûbera nêzê 40 hezar çarmetir dest bi çêkirina goristaneke nû kir.
Di daxuyanîya Şaredarîya Farqînê de wiha hat gotin: “Li goristana ji 14 giravan pêk tê ku ji 37 hezar û 703 çarmetir e, li her giravekê 380 gor hene, her wiha avahîyeke du qatî ya li herêmê; cîhê şuştina mirî, mescîd, ofîsa karmend, embara alavan û tuwalet hene.
Qada goristana nû wê di demeke kin de biqede û wê ji xizmeta gelê me re amade be.”