Derbarê pirsgirêkên kedkarên tenduristîyê yên li Nexweşxaneya Zarokan a Amedê dixebitin, pirsname pêşkêşê Meclîsê hat kirin.
Derbarê pirsgirêkên kedkarên tenduristîyê yên li Nexweşxaneya Zarokan a Amedê dixebitin, pirsname pêşkêşê Meclîsê hat kirin.
Ji alîyê Parlamenterê Partîya Çepên Kesk ê Amedê Serhat Eren ve, ji Wezîrê Tenduristîyê Fahrettîn Koca hat xwestin ku derbarê pêkanînên kêfî yên li Nexweşxaneya Zarokan a Amedê û rewşa giştî ya nexweşxaneyê de bi nivîskî bersivê bide.
Wekîlê Amedê Eren di pirsnameya meclîsê de wiha got, "Weke wezaret derbarê daxuyanîyên Şaxa SES'ê ya AMED'ê ya ku divê li Nexweşxaneya Zarokan a Amedê Qanûna Tenduristî û Ewlehîya Kar nayê bicihanîn, gelo hûn ê lêpirsînê bidin destpêkirin?" Gelo hûn ê li dijî rêveberîya nexweşxaneyê û kesên eleqedar ên ku tendurustî û ewlehîya xebatkarên tenduristîyê yên li vê nexweşxaneyê dixin xetereyê de lêpirsîna îdarî bidin destpêkirin?"