Lêçûnên ji bo çûn û hatinê yên mexdûrên karesatê, yên ku dixwazin vegerin herêma erdhêjê wê dîsa li wan bên vegerandin.
Lêçûnên ji bo çûn û hatinê yên mexdûrên karesatê, yên ku dixwazin vegerin herêma erdhêjê wê dîsa li wan bên vegerandin.
Serokatîya Rêveberîya Rewşa Afet û Acilê (AFAD), daxuyanî da û derbarê mijarê de wiha got, "Kesên ku dixwazin bi wesayîtên xwe yê taybet vegerin herêma erdhêjê, divê ewil serî li walîtî û qeymeqamtîyê bidin. Dema ku gîhîştin cîyê xwe jî, piştê agahdarkirinê wê bikaribin lêçûnên rêwîtîya xwe bistînin. Kesên ku dixwazin ji herêma felaketê vegerin wê dîsa belgeya lêçûnên rêwîtîyê derxînin û lêçûnên xwe bistînin. Wê bi siwareyên veguhestina giştî yên wekî otobus, mînîbus, rêyên hewayî û rêyên hesinî jî ji bo vegerê bên bikaranîn. Kesên ku bi xwe bilêta otobusê bistînin jî wê heqê bilêtê jî bê dayîn. Dayîn û lêvegerandin wê bi rêya Bankeya Ziraatê li ser hejmara nasnameyê bê dayîn.”