Wezîrê Xezîne û Darayîyê Mehmet Şîmşek dîyar kir ku ew bi rêya e-Dewletê li ser çêkirina peymanên kirêkirinê dixebitin.
Wezîrê Xezîne û Darayîyê Mehmet Şîmşek dîyar kir ku ew bi rêya e-Dewletê li ser çêkirina peymanên kirêkirinê dixebitin.
Wezîr Şîmşek di bernameyeke televîzyonê ya ku beşdar bû de rojevê nirxand û got ku ew ê li dijî nefermîtîyê têbikoşin, lêçûn binirxînin û ber bi qadên berhemdartir û bikêrtir ve biçin.
Şîmşek derbarê lihevkirinên ku di peymanên kirê da bên kirin da wiha got: "Mebesta me ew e ku em bi rêya e-Dewletê peymanên kirêkirinê çêkin.
Me di du mehên dawî de li zêdetirê 420 hezar derîyan xist û agahîyên ku di destê me de bûn bi rewşa rastîn re dan ber hev.
Armanca me ew e ku em bi dilxwazî tevbigerin. Divê di dawîya vê mehê de danezanên kirê were dayîn. Ji bo me girîng e ku em piştrast bikin ku ev danezanên kirê bê dayîn.
Ger em di meha Nîsanê de derbarê danezanên ku nehatine şandin de lêpirsînekê bikin, dibe ku bacgir bi encamên girantir re rû bi rû bimîne. Agahîyên me yên zelal hene. Armanca me ew e ku em bi dilxwazî tevbigerin û hemwelatî karibin danezanan bidin."