JI SÛCÊ DIZÎYÊ HATIN BERDAN LÊ HÊ LI EDLÎYEYÊ BÛN DIZÎ KIRIN
Du şikbarên ku bi sûcê dizîyê hatibûn binçavkirin dema ji edlîyeyê hatin serbest berdan, çenteyê li ser maseya li korîdora edlîyeyê dizîn.
Du şikbarên ku bi sûcê dizîyê hatibûn binçavkirin dema ji edlîyeyê hatin serbest berdan, çenteyê li ser maseya li korîdora edlîyeyê dizîn. Du gumanbarên ku bi şertê kontrola edlî ji teref mehkemeya nobedar ve li edlîyeya ku sewqê dadgehê hatibûn kirin bi îdiaya dizîyê li Esenyûrta Stenbolê hatin berdan, dema ku derdiketin derve bi dizîya çenteyê polêsan a li ser maseyê revîyan. Dema ku çente hat dizîn di kameraya ewlehîyê de xuya bû, yek ji gumanbaran hat binçavkirin û girtin. Ji bo girtina gumanbarê din jî xebat didomin.