Piştê hilbijartinên do hatin kirin, Partîya Çepên Kesk û HDP'ê îro li ber kamerayan encamên ne fermî nirxandin.
Piştê hilbijartinên do hatin kirin, Partîya Çepên Kesk û HDP'ê îro li ber kamerayan encamên ne fermî nirxandin.
Hevseroka Partîya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Ûçar, bêyî dîyarkirina navan Partîya Karkerên Tirkîyeyê rexne kir û wiha got, "Tevî ku me israr kir jî, bi sedem ku em bi yek lîsteyê neketin hilbijartinê, banorek neyînî li encaman kir.”
Hevserokê Giştî yê HDPê Mîthat Sancar, anî ziman ku ew negîhaştine hedefên xwe û wiha got: "Sedema ku hilbijartina Serokkomarîyê derbasî tûra duyemîn hat kirin, helwesta alîgirîya demokrasî, edalet û fedakarîya hilbijêrên HDP'ê û çepgiran e. Hîle û komployan bandora xwe li ser encamên hilbijartinê kirîye.” || AMED TV ||