Pire ya ku li navçeya Yenîşehîr a Amedê li ser kolana Înonu ya ku ji bo trafîka peyayan rehet bibe hat çêkirin, ji ber ku bi mehan nehat paqijkirin tijî çop bûye.
Welatîyan dîyar kirin ku ji ber çopê di meşê de zehmetîyan dikişînin, bang li rayedarên şaredarîyê kirin û xwestin ku pire bê paqijkirin.