Partîya Gel a Cûmhûrîyetê (CHP), Partîya Karkerên Tirkîyê (TÎP), Partîya Pengav û Demokrasîyê (DEVA) û şandeyên Partîya Zaferê îro çûn Edlîyeya Enqerê û gilî li îdîayên Sedat Peker kirin.
Partîya Gel a Cûmhûrîyetê (CHP), Partîya Karkerên Tirkîyê (TÎP), Partîya Pengav û Demokrasîyê (DEVA) û şandeyên Partîya Zaferê îro çûn Edlîyeya Enqerê û gilî li îdîayên Sedat Peker kirin.
Sedat Peker ku ji rêxistina sûcê ya organize hikûm xwarî, îdîa kir ku Şêwirmendê Serokomar Serkan Taranoglu, Serokê berê yê Lijneya Pîyasê ya Sermayê (SPK) Alî Fûat Taşkesenlîoglu, Parlamentera AKP’ê ya Erziromê Zehra Taşkesenoglu û endamê TOBB’ê Salîh Orakci ruşwet girtine. Li ser îdîayên Peker, nûnerên partîyên sîyasî ji bo wî gilî bikin dest bi amadehîyan kirin. Ji CHP’ê Mûharrem Erkek li Edlîyeya Enqerê bang li dozgeran kir û wiha got: “Peker her çi kes be, çi pêwendîyên wî hebin ne girîng e, divê hûn bi wêrekî li ser van îdîayan rawestin.”