Kujerê Ramazan Xoce yê Amedî li Beygolu ya Stenbolê hate girtin. Derbarê kujer E.B. de 9 qeydên sûc heye.
Gumanbarê kuştina Ramazan Xoce yê Amedî, hate girtin.
Hat hînbûn ku gumanbar li Beyogluyê dijî û ji ber sûcên ‘Bi qestî birîndarkirin’, ‘Gefxwarin’, ‘Zirardayîna mal’ û ‘Dizî’ 9 qeydên wî hene.
Wezîrê Karên Navxweyî Alî Yerlîkaya derbarê operasyonê dîmenan parve kir û wiha got, "Remezan Pişkin ku bi nasnav Ramazan Xoce yê Amedî ye, mixabin duh li Fatîha Stenbolê di êrîşa bi kêrê de jîyana xwe ji dest da. Di encama xebatên ku ji alîyê Midûrîyeta me ya Polêsan a Stenbolê ve E.B.’yê gumanbarê kuştina Ramazan Xoce hate girtin."