Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn got ku zanyarên Rûsî nêzê hilberîna aşîya penceşêrê ne ku dikare ji nexweşan re were peyda kirin.
Pûtîn di bernameya "Foruma Teknolojîyên Pêşerojê" ya ku li Moskova paytexta Rûsyayê hat lidarxistin de axivî û derbarê xebatên aşîyê yên li dijî penceşêrê de agahî da.
Pûtîn di axaftina xwe de wiha got, "Em nêzê hilberîna aşîyên penceşêrê û nifşek nû ya dermanên ku pergala parastinê ya birêkûpêk dikin, ku wekê dermanên penceşêrê têne zanîn, nêzîk in. Ez hêvî dikim ku di demek nêz de wekê rêbazên tedawîya kesane bi bandor werin bikar anîn."