DAXWAZA BETALKIRINA DOZA MERAL BEŞTAŞÊ HAT REDKIRIN
Bi xala demkî ya ku li Destûra Bingehîn hat zêdekirin, parêzbendîya wekîlên HDP'ê hat rakirin û darizandina wan dest pê kir.
Bi xala demkî ya ku li Destûra Bingehîn hat zêdekirin, parêzbendîya wekîlên HDP'ê hat rakirin û darizandina wan dest pê kir. Di danişîna Parlementera HDP’ê Meral Daniş Beştaş ku doza bi îdîaya "endamê rêxistina terorê ye" li 8'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat vekirin de, daxwaza betalkirina dozê hat redkirin. 5'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê biryar da ku ji bo amadekirina nêrînê dosyayê bişîne dozgerîyê û daxwaza betalkirina darazê ya parêzeran red kir. Dadgehê danişîna din taloqî 27'ê Cotmehê kir.