Alîkarê Serokê Koma CHP'ê Ozgur Ozel piştê hilbijartinê li Meclîsê daxuyanî da.
Alîkarê Serokê Koma CHP'ê Ozgur Ozel piştê hilbijartinê li Meclîsê daxuyanî da.
Ozel, dîyar kir ku wê cîgirên serokên koma nû yên partîyê bên hilbijartin û wiha got, “Bila tu kes nefikire ku em ê wekî ku tiştek nebûye sîyasetê bikin.
Em ê bi berpirsyarîya 25 mîlyon û nîvan tevbigerin. Em dizanin ku jin ji ber hin nav û partîyên ku di vê hilbijartinê de anîne meclîsê gelekî nîgeran in. Divê kes netirse.
WEKE KU TIŞTEK NEBÛYE BE EM TEVNAGERIN
Em wek tiştek neqewimîye tevnagerin. Em ê ji ya xwe zêdetir bikin. Me bi wê bawerîyê ku Birêz Kiliçdaroglu bibe Serokomar ji vê meclîsê derketin, lê encamên hilbijartinê ev yek nîşan neda.
EM Ê SEROKÊ KOMÊ Û 3 CÎGIRÊN SEROK HILBIJÊRIN
Em ê roja Înê merasîma sondxwarinê li dar bixin. Em ê roja şemîyê di civîneke girtî ya komê de werin cem hev û 1 serokê komê û 3 cîgirên serokê komê hilbijêrin.”