Wezîrê Xebat û Ewlehîya Civakî Vedat Işikhan got ku, "Ji bo welatîyên me yên li herêma erdhêjê dijîn heyama gîhandina tenduristîyê heta 30ê Nîsana 2024an hat dirêjkirin.
Wezîrê Xebat û Ewlehîya Civakî Vedat Işikhan got ku, "Ji bo welatîyên me yên li herêma erdhêjê dijîn heyama gîhandina tenduristîyê heta 30ê Nîsana 2024an hat dirêjkirin.
" Wezîr Işikan di daxuyanîya xwe ya li ser hesabê xwe yê medyaya civakî da wiha got: "Ji bo welatîyên me yên li herêma felaketê dijîn heyama gîhandina tenduristîyê heta 30ê Nîsana 2024an hat dirêjkirin.
Li bajarên Semsûr, Hatay, Mereş û Meletîyê û navçeyên Îslahîye û Nurdagi yên Dîlokê, ger ku serî li peywîrdarên tenduristîyê yên ku bi Sazîyê re peyman girtine û tedbîrên bobelatên xwezayî bê wergirtin, xwedîyê Bîmeya Tenduristîyê ya Giştî û kesên pê ve girêdayî wê xwedî maf bin, di muayeneya li ser pîya û diranan, malzemeyên tibbî, dermanên ku di muayeneya li ser pîyan de tên bikaranîn de wê heqê beşdarîyê neyê girtin.”