Serokê Giştî yê CHPê Ozgur Ozel bertek nîşanê betalkirina Meclîsa Navend a Yekîtîya Tabîbên Tirk (TTB) bi biryara dadgehê da.
Ozel li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyanî da û wiha got; “Biryara betalkirina endamên Konseya Navend a TTB’ê li dijî hiqûqê ye.
Em hem li şaredarîyan hem jî li sazîyên pîşeyî yên ku sazîyên cemawerîyê ne, li dijî qeyûman in. Em ê parastina hiqûqê bidomînin û li cem sazîyên hilbijartî yên TTB'ê bin."