Midurîyeta Giştî ya Malêntevkîf û Cezayê (CTE) derbarê mirina Emel Hacioglû ku di girtîgehê de jîyana xwe ji dest da, daxuyanî da.
Midurîyeta Giştî ya Malêntevkîf û Cezayê (CTE) derbarê mirina Emel Hacioglû ku di girtîgehê de jîyana xwe ji dest da, daxuyanî da.
Di daxuyanîya ku ji alîyê sazîyê ve hate dayîn hat dîyarkirin ku li ser hin platformên medyaya civakî û sazîyên weşan û çapemenîyê de nûçeyên wek “Li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Amedê mirineke biguman” hatine çêkirin û daxuyanî wiha dewam kir: “Emel Hacioglû sala borî ji ber nexweşîyên xwe di beşa revîrê ya sazîyê de 32 caran hat dermankirin, 13 caran jî wê rakirin nexweşxanê. Ji bo nexweşîyên Hacioglû dermankirinên pêwîst hatin kirin. Herî dawî di 30’î tebaxê de ji ber nexweşîyên wê dubare kir, wê rakirin nexweşxanê. Di 6’ê îlonê de li nexweşxaneya ku dihat dermankirin jîyana xwe ji dest da û derbarê mijarê de lêpirsîna îdarî û edlî hat destpêkirin.”