Li navçeya Akçadagê ya Meletîyê, otobusa rêwîyan a ku di rê de diçû agir pêket.
Li navçeya Akçadagê ya Meletîyê, otobusa rêwîyan a ku di rê de diçû agir pêket.
Li gor agahîyan li navçeya Akçadagê, nêzê mewkîya taxa Sûltansûyû ya li ser rêya Meletî-Qeyserîyê otobusa ku sefera Kutahya-Wanê dikir û tê de 35 rêwî hebûn, dema ku rê de diçû agir bi tekerê wê ket. Di demeke kurt de agir li hemû otobusê belav bû.
Rêwî bi lez ji otobusê hat tahlîye kirin û pêşî li bobelatek mezin hat girtin.
Li ser agahdarkirinê gelek tîmên tenduristîyê, agirtef û cendirme sewqê cîhê bûyerê bûn.
Tîmên ku mudaxele kirin, agir hat tefandin û rêwî bi siwareyeke din ya ku di şûna ya şewitî de sewqê cîhê bûyerê bûbû rêwîtîya xwe domandin. Derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.