Xizmên Windaya û Şaxa Amedê ya ÎHD'ê di hefteya 782 ya çalakîya “Bila winda bên dîtin û kiryar bên darizandin” de aqubeta Kemal Mûbarîz pirsîn.
Xizmên Windayan û Şaxa Amedê ya Komeleya Mafên Mirovan (İHD) di hefteya 782 ya çalakîya “Bila winda bên dîtin û kiryar bên darizandin” de careke din kiryaran pirsîn.
Di çalakîya vê hefteyê de, aqubeta Kemal Mûbarîz ê di 1ê Sibata 1994'an de li navçeya Cizîr a Şirnexê di bin çavan de hatibû windakirin, hat pirsîn.
Çalakîya vê heftê ku wêneyên kesên bi kiryar nedîyar hatin qetilkirin û kesên bi darê zorê hatin windakirin hatin hilgirtin, bi xwendina çîroka Kemal Mûbarîz û çalakîya rûniştinê ya 1 xulek bi dawî bû.