NY: LI SÛRÎYÊ NÊZÎKÎ ŞEŞ MÎLYON KES LI HÊVIYA ALÎKARIYA MIROVÎ NE
Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî diyar kir, li Sûrîyê ji bo rûbirûbûna şert û mercên dijwar ên zivistanê pêwîstiya nêzîkî şeş mîlyon kesan bi alîkariyên mirovî hene.
Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî destnîşan kir: “nêzîkî 200 milyon Dolar pêwîst e, da ku pêwîstiyên zivistanê di navbera Cotmeha 2022 û Adara 2023yan de werin dabînkirin.