Piştê AKP'ê Serdana Koma HDP'ê ya Meclîsê kir, di nava AKP'ê de bû sedema bertek û nerazîbûnan.
Piştê AKP'ê Serdana Koma HDP'ê ya Meclîsê kir, di nava AKP'ê de bû sedema bertek û nerazîbûnan. Parlamenterê berê yê AKP'ê Mehmet Metîner got, "Pêwîste AK Partî biryarê bide: Eger HDP'ê weke partiyeke ku pê re rûnin û biaxivin bibînin û girîngiyê bidin piştgiriya wê, divê ziman û nêzîkatiya xwe ya li hemberî HDP'ê biguherînin." Şamil Tayyar ê AKPyî jî got, "Eger baskê siyasî yê PKKê ye û doza divê were girtin lê hatibe vekirin, çima em bi wan re li ser Destûra Bingehîn dikin diaxivin û li fikra wan guhdarî dikin?". Endamê Lijneya Biryargeha Navendî ya BBPê Kazim Birtane jî bertek nîşanê serdanê da û got, "Tu îzahata vê serdana rayedarên AK Partiyê tune."