Biryara faîzê ya Banqeya Navend ya Komara Tirkîyeyê (TCMB) hat eşkerekirin.
Banqeya Navend di civîna xwe ya asayî ya meha Mijdarê de, rêjeya polîtîkayê bi 500 pûan zêde kir û bû ji sedî 40.
Banqa Navend di meha Hezîranê de 650 pûan, di tîrmehê de 250 pûan, di meha Tebaxê de 750 puan û di meha Îlon û cotmehê de her yek 500 puan zêde kir û bi giştî 2650 puan zêde kir.
Bi zêdebûna herî dawî re rêjeya faîzê ya giştî derket 3 hezar û 150 pûanan. Di nava 6 mehan de faîz 31,5 puan zêde bû.