Wezareta Perwerdehîya Neteweyî (MEB) mafê tayînkirinê da mamosteyên li bajarên ku ji ber erdheja navenda Mereşê zirareke mezin dîtine, lê ev maf ji mamosteyên Amedê re nehat dayîn.
Wezareta Perwerdehîya Neteweyî (MEB) mafê tayînkirinê da mamosteyên li bajarên ku ji ber erdheja navenda Mereşê zirareke mezin dîtine, lê ev maf ji mamosteyên Amedê re nehat dayîn.
Wezareta Perwerdehîya Neteweyî ragihand ku, kesên ku li Semsûr, Hatay, Mereş, Meletî û li Îslahîye û Nûrdagîya navçeyên Dîlokê yên ku ji ber erdhejên 6ê Sibatê gelek mexdûr bûne, mamostetîyê dikin.
Ji bo veguheztina cîhê xwe divê di navbera 5 û 7ê Tîrmehê de serlêdanê bikin. Her wiha wê di 10ê Tîrmehê de jî bêne tayîn kirin.
Li Amedê di vê çarçoveyê de mafê tayînkirinê nayê dayîn, mamosteyên ku dixwazin tayîn bikin wê karibin Amedê hilbijêrin.