Nûnerên sektora tekstîlê yên navend û navçeyên Amedê, di civîna ku ji alîyê Borseya Bazirganîyê ya Amedê (DTB) ve hat lidarxistin de, pirsgirêk û pêşnîyarên xwe anîn ziman.
Nûnerên sektora tekstîlê yên navend û navçeyên Amedê, di civîna ku ji alîyê Borseya Bazirganîyê ya Amedê (DTB) ve hat lidarxistin de, pirsgirêk û pêşnîyarên xwe anîn ziman.
Serokê DTB’ê Engîn Yeşîl di civîna şêwrê de axivî û dîyar kir ku “Beşek mezin a pêwîstîya pembû ya Tirkîyeyê ji Amedê tê dabînkirin.
Yeşîl da zanîn ku armanca civînê ew e ku em li pirsgirêkên nûnerên sektorê guhdarî bikin û bi hev re ji pirsgirêk û daxwazan re çareserîyan bibînin û wiha berdewam kir,
"Em dixwazin di falîyetên weke Lêkolînên Plana Stratejîk, Serlêdana E-Bazarê û Portala E-Bazar a belaş de guh bidin nêrînên we. Em ê bi nêrînên we li ser mijarên damezrandinê tevbigerin.”
Di civînê de Komîsyona Pisporê Madeyên Xam a Tekstîlê ya Borsaya Bazirganî ya Amedê hat li dar xistin.