MISRÊ BERTEK NÎŞANÊ OPERASYONA TIRKÎYEYÊ DA! EM BI FIKAR DIŞOPÎNIN
Piştî Amerîka û Rûsyayê, Misirê jî bi daxuyanîyeke tund bertek nîşanê operasyona Tirkîyeyê ya ku li herêma Kurdîstana Federe û Rojavayê Sûrîyeyê daye dest pê kirin da.
Piştî Amerîka û Rûsyayê, Misirê jî bi daxuyanîyeke tund bertek nîşanê operasyona Tirkîyeyê ya ku li herêma Kurdîstana Federe û Rojavayê Sûrîyeyê daye dest pê kirin da. Wezareta Derve ya Misrê daxuyanîyek belav kir û tê de ragihand ku divê Tirkîye operasyonên xwe yên bi balafiran yên li dijî Rojava û Herêma Kurdistanê tavilê rawestîne û got “Ev êriş binpêkirina serwerîya herdû welatan ne.” Di daxuyanîyê de wiha hat gotin: “Em êrîşên dawî yên Tirkîye û Îranê yên li dijî welatên Ereb ên bira Iraq û Sûrîyeyê bi fikar û nîgeranîyeke mezin dişopînin. Ev êrîş binpêkirina serwerîya her du welatan e. Misr ji bo rê li ber rijandina xwînê û ne aramîya zêdetir bigre banga kêmkirina rageşîyê dike.”