Serokatiya Daîreya Trafîkê ya Midûriyeta Giştî ya Ewlehiyê, bîlançoya qezayên di meha Îlonê de li Amedê qewimîne parve kir.
Li gorî îstatîstîkan di 482 qezayan de 453 kes birîndar bûne, 2 kes jî jiyana xwe ji dest dan e. Hat ragihandin ku di 252 qezayan de mir û birîndarî, ji wan 230 qezayan de jî zirara madî pêk hatiye. Di 3 hezar û 734 qezayên ku di 9 mehan de qewimîn de 3 hezar û 63 kes birîndar bûn û 16 kesan jî jiyana xwe ji dest dan Ji ber qezayan hezar û 808 kes mirine û birîndar bûne, di hezar û 926 qezayan de jî zirara madî pêk hatine. Li gorî statîstîkan, qeza ji ber xeletiyên ajovanan pêk hatine.