Midûrîyeta Giştî ya DÎSKÎ’yê li hemberê avdana baxçeyan hişyarî da.
Midûrîyeta Giştî ya DÎSKÎ’yê li hemberê avdana baxçeyan hişyarî da.
Di derbarê mijarê de Midûrê Giştî yê DÎSKÎ’yê Firat Tutşî daxuyanî da. Tûtşî, dîyarkir ku bi hatina hewaya germ, bikaranîna ava vexwarinê zêde bû û ji ber vê jî, divê ava vexwarinê neyê îsrafkirin. Tutşî, anî ziman ku bi taybetî di mehên havînê de, divê sîteyên li bajêr girîngiyê bidin xerckirina avê û bal kişand ser girîngîya avdana baxçeyan ya bi şev. Tutşî, di berdewama axaftina xwe de wiha got; ”Avdana baxçeyê ya bi şev ya bi 20 deqîqeyan, wê keskahîyê bi bandortir biparêze. Avdanîya ku bi roj tê kirin tu feydeyê ji keskahîyê re nîne. Ger em dixwazin keskahîyê biparêzin, divê em saetên şevê hilbijêrin.”