Li gor agahîyên ku hatine wergirtin, qeza li devera Guzeldere ya ser rêya Wan Û Elbakê pêk hat.
Maşîneya zirxî ya di konvoya leşkerî ya ku ji Wanê ber bi Colemêrgê ve diçû ji ber sedemeke nedîyar ji kontrolê derket û qelibî.
Ji leşkerên di maşîneya bi navê 'Kîrpî' de bûn yek jê giran bi tevahî 6 kes birîndar bûn.
Piştê qezayê ekîbên cendirme, tenduristî û agirtefê sewqê cîhê bûyerê hatin kirin.
Leşkerên birîndar bi ambûlansan sewqê nexweşxaneyê hatin kirin. Hat dîyarkirin ku leşkerek bi giranî birîndar e.