Li Amedê germahîya hewayê wê heta serê hefteyê di ser asta normalên demsalê re be.
Li Amedê germahîya hewayê wê heta serê hefteyê di ser asta normalên demsalê re be. Li gor daxuyanîya Midûrîyeta Giştî ya Meteorolojîyê, germahîya hewayê ji xeynî herêmên peravên bakurê welêt, heta serê hefteya bê wê bandorê li tevahîya welêt bike. Li gor pêşbînîyan germahîya hewayê, wê li Amedê derdora 36-40 pile be. Di daxuyanîyê de hat dîyarkirin ku ji ber germahîya ku wê di ser asta normalên demsalî re derbas bibe, welatîyan saet di navbera 11:00-16:00 de li hember germê baldar bin.