Endamê Komîsyona Edaletê û Parlamenterê Partîya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Agirîyê Abdûllah Koç, derbarê mirinên ku li girtîgehan diqewimin, pêşniyaznameyeka lêkolînê pêşkeşê Serokatîya Meclîsê kir.
Endamê Komîsyona Edaletê û Parlamenterê Partîya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Agirîyê Abdûllah Koç, derbarê mirinên ku li girtîgehan diqewimin, pêşniyaznameyeka lêkolînê pêşkeşê Serokatîya Meclîsê kir.
Di pêşnîyaznameyê de, li gor daneyên ÎHD’ê, di 8 mehên pêşîn ên 2022’yan de, navên 43 girtîyên ku ji ber nexweşî û bi awayekî gumanbar jîyana xwe ji dest dan, cîh girt. Di pêşnîyaznameyê de hat destnîşankirin ku Bazo Yilmaz (67) ê li Girtîgeha Tîpa T’ê ya Hejmara 2’yan a Rihayê dihat ragirtin, tevê hemû bangan nehate berdan û wiha hat gotin: “Li girtîgehan her roj cenazeyên nû derdikevin. Divê demildest temamê girtîyên nexweş bêşert û merc bên berdan û pêşîya mirinên nû were girtin. Daxwaza me ew e ku ji bo tespîtkirin û lêkolînkirina sedemên mirina girtîyên li girtîgehan ji ber nexweşîyê yan jî bi awayekî biguman jîyana xwe ji dest dane, Komîsyoneke lêkolînê bê avakirin û di vî warê de Lêpirsîna Meclîsê were vekirin.”