Hevşaredarê Licê ya HDP'ê Tarik Mercan ê ku ji Şaredarîya hate girtin, îdîa kir ku qeyûm erd û cîhên kar ên şaredarîyê firotîye.
Hevşaredarê Licê ya HDP'ê Tarik Mercan ê ku ji Şaredarîya hate girtin, îdîa kir ku qeyûm erd û cîhên kar ên şaredarîyê firotîye.
Mercan îdîa kir ku hemû îhaleyên şaredarîyê ji bo şîrîketên Elezîzê hatine dayîn û kesekî ji Anqereyê bi avayek bêrêtî anîne ji bo cîgirê serokatîya şaredarîyê re. Mercan dîyar kir ku qeyûmê ewil di 10’ê Sibata 2017’an da li Şaredarîya Licê hat wezîfedarkirin û di nav 2 salan da 8 milyon TL yên şarederîye qedandîye û pişt re jî 4 milyon TL şaredarîyê deyndar kirîye. Mercan îdia kir ku qeyûmên ku tayînê Licê bûne li navçeyê gendelîyê dikin.