Werzîşvana karate ya Amedî Sena Kizilaslan wê beşdarê Şampîyonîya Karate ya Series A ya Karate 1 a ku wê di navbera 10-14 Çile de li Yewnanîstanê bê lidarxistin, bibe.
Sena Kızilaslan a ji Amedê wê li ser navê Tîma Neteweyî ya Karateyê ya Tirkîyeyê di Şampîyonîya Karate ya Series A ya Karate 1 ya ku wê di navbera 10-14ê Çileyê da li Atîna ya paytexta Yewnanîstanê bê lidarxistin, têbikoşe.
Şampîyona Tirkîye û Balkanan a werzîşvana neteweyî ya kareteyê Kizilaslan dîyar kir ku armanca wê ew e ku bi serkeftinekê Amed û Tirkîyeyê serbilind bike ye.
Klûba Dîyarbekirspor a ku di Koma Spî ya Lîga 2yemîn a Federasyona Futbolê ya Tirkîyeyê (TFF) da têdikoşe, daxuyand ku ji bo serkeftina wê piştgirîyê didin werzişvana neteweyî ya karateyê Sena Kizilaslan.