Weqfa Zarokên Bi Leyîsmê (LOSEV) bi pankartên ku li gelek deverên Amedê daliqanAbazên sextekaran hişyar dike
“Bi sextekarên ku ji bo LOSEV û zarokên bi leyîsmê re kovaran difroşin, neyên xapandin.
Ji kerema xwe re kesên ku meqbûzên sexte pere berhev dikin û tên mala we û dibêjin ‘em ji LOSEVê ne, hûn dikarin bexş bikin’ ji polês, cendirme (112) û LOSEVê re ragihînin.
” Li alîyê din Derhênerê Giştî yê Amed Radyo TV Ferat Mehmetoglu jî dîyar kir ku ev afîşên LOSEV’ê hatine daliqandin xizmeteke baş e û wiha got, “Bi salan e gazinan dikim ku sextekar li Amedê di bin navê LOSEV de pere kom dikin. Min gilî jî kir.
Min ji Walî û Baroyê re ragihand. Bê feyde! Min belgeyên sextekaran da Midûrîyeta polêsan. Heya niha (5 sal) dozek jî nehatîye vekirin.”